PeyamaKurd – Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê di saet 06:16an de erdhejekê bi pileya 5,6 çêbû.
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe diyar kir, li bajarê Xoyê bi hêza 5,6 pile erdhej çêbû.
AFADê herwiha da zanîn, erdhej di saet 06:16an de û 7 kîlometre di bin erdê de çêbûye û li bajarên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê jî hatiye hîskirin.
Hat diyarkirin, navenda erdhejê 29 kîlometre dûrî navçeya Elbak a ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin