Generalê Amerîkî: DAIS hê jî ji bo dinyayê gefeke cidî ya kujende ye!

Generalê Amerîkî: DAIS hê jî ji bo dinyayê gefeke cidî ya kujende ye!

PeyamaKurd – Generalê xanenişîn ê Amerîka yê berê di têkoşîna dijî DAIŞê de, John R. Allen got ku hê jî wek rêxistineke kujende gefa DAIŞê li ser dinyayê didome.

General John R. Allen wiha axivî: “Em hê jî behsa DAIŞê dikin. Çimkî rêxistin li seranser dinyayê hê jî wek gefeke kujer hebûna xwe dewam dike. DAIŞ çi li Sûriye çi jî li Iraqê bergeha xwe ya herêmê zêde dike û hîn jî gefek e cidî ye.”

Herwiha nûnerê berê yê Amerîkayê di têkoşîna dijî DAIŞê de Brett McGurk jî dibêje, “Bergeha armancên me yên li Sûriyê gelekî fireh bûye. Em dixwazin derketina Îranê ji Sûriyê bibînin û bizanin dê Esed rêveberiya xwe li gorî çarçoveya proseya Cenevê ji bingehê ve guherandiye. Em dixwazin têkçûna DAIŞê mayînde bibe. Ev gelekî krîtîk e, çimkî hîn karê me neqediya ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin