PeyamaKurd – Şaxê Diyarbekirê yê Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO) derbarê qutkirina elektrîkê li gundewarên Mêrdînê daxuyaniyek da û bang li kompaniya elektrîkê DEDAŞê kir demildest mexduriyeta welatiyan ji holê rake.
Di daxuyaniya rojnamevanî de Cîgirê Serokê Giştî yê EMOyê Evîndar Aydin, Hevserokên Şaxa EMOyê yên Diyarbekirê Alîcan Çetînkaya û Sorgul Aytek Avşar, Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Dogan Hatûn beşdarî kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ji ber birîna elekrîkê li Mêrdînê di çandiniyê de mexduriyeteke mezin çêbûye û di encama lêkolînên wan de derketiye holê ku elektrîka 40 gundên Mêrdînê hatiye birîn.
EMOyê da zanîn, ji ber ku DEDAŞê fazeke elekrîkê bê bandor kiriye, motorên ku bi 3 fazan dixebitin nexebitin û ev jî bûye sedem ku xebatên çandiniyê hatine asta rawestînê û welatiyên ku heqê elekrîka xwe dane jî bê av mane.
Di daxuyaniyê de bang li DEDAŞê hat kirin, ji bo mexduriyet ji holê rabe demildest gav werin avêtin û wiha hat gotin:
“Em dixwazin ji aliyê desthilatdariyê ve kanalên avê werin çêkirin û pêşkeşî welatiyan bên kirin da ku karibin bi kar bînin. Cotkarên ku bi elektrîkê û kanalên ava avdaniyê dikin divê deynên wan daxînin asteke maqul, şûna avdaniyeke normal derbasî pergala dilopkirin û lêreşandinê bibin û bi awayekî lez piştevaniya cotkara were kirin.”
Hêjayî gotinê ye, ev demek e ji ber birîna elektrîkê li gelek deverên herêma Mêrdînê çandinî hatiye asta rawestînê û hejmarek zêde ajalên xelkê ji ber bêaviyê telef bûne ku ji ber nebûna elekrîkê ava vexwarinê jî kêm bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin