PeyamaKurd – Li taxa Bahçebaşi ya Mêrdînê di şerê çekdarî yê ku di dawetê de derket de 11 kes birîndar bûn.
Nîqaşa ku di navbera malbatên Acu û Çavuşoglu yên ku di navbera wan de dijminatiya wan hebû derket, di daweta ku li kolana Taxa Bahçebaşiyê hat lidarxistin de veguherî şer.
Di şerê ku mase, kursî û çek hatin bikaranîn de 11 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Şer ji aliyê polîsan ve bi dawî bû.
Piştî mudaxeleya ewil a li cihê bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê, 1 jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Polîsan ji bo girtina kesên ku di bûyerê da bûn dest bi operasyonê kirin. (Çavkanî: AA)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin