Dr. Berzencî: Pêwîst bû Iraqê lêçûnên test û çareseriyê bigirta ser xwe

Dr. Berzencî: Pêwîst bû Iraqê lêçûnên test û çareseriyê bigirta ser xwe

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike û radigehîne, ji bo pirsgirêka vîrusa koronayê Bexdayê tenê carekî alîkariya herêma Kurdistanê kiriye.

Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma  Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand: ‘’Di demeke nêzîk de şandekeme serdana Bexdayê dike. Serdan bo wezareta tenduristiya Iraqê ye. Ji aliyê pêwîstî û amûrên bijîşkî û alîkariyên taybet derbarê tekoşîna vîrusa korona de beşa herêma Kurdistanê wek pêwîst nehatiye dayîn.’’

‘Pêwîst bû Iraqê lêçûnên test û çareseriyê bigirta ser xwe’

Dr. Saman Berzencî got: ‘’Wezareta tenduristiya Iraqê ji destpêka tekoşîna hember koronayê de tenê carekî sê milyar û 500 milyon dînar bo herêma Kurdistanê şandiye. Ew jî bo parêzgeha Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Helebçê hate dan. Hikûmeta herêma Kurdistanê hemû xercên test û çareseriyê girtiye ser xwe. Pêwîst bû hikûmeta Iraqê ew erk girtiba ser xwe.’’

‘Em bi wezîrê tenduristiya Iraqê em di peyvendiyê de ne’

Wezîrê tenduristiyê got: ‘Em rojane li gel wezîrê tenduristiya Iraqê em di peyvendiyê de ne, şandeyekî me jî dê serdana wezîrê tenduristiyê bike. Ji ber berê soz dabûn bo tekoşîna hember koronayê de beşa herêma Kurdistanê jî bidin.’’

Dr. Saman BerzEncî got, ji ber zêdekirina hejmara testan û pirbûna hejmara pêketiyan lêçûn pir zêde bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin