Ji bo ji nû ve avadankirina Ukraynayê 'Rêkeftina Lugano' hat îmze kirin

Ji bo ji nû ve avadankirina Ukraynayê 'Rêkeftina Lugano' hat îmze kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Swîsre Luganoyê piştî lidarxistina Konferansa Geşepêdana Ukraynayê rêkeftina Lugano ya ji nû ve avadankirina Ukraynayê hat îmze kirin.

Di roja duyemîn a konferansê de, bi beşdariya nûnerên zêdetirî 40 welatan, li Rêkeftina Lugano hat pesendkirin.

Serokê Konfederasyona Swîsreyê Ignazio Cassis, derbarê îmzekirina Rêkeftina Lugano ya ji nû ve avakirin û geşepêdana Ukraynayê de got, di konferansa du rojî de ji bo heyameke dirêj a ji nû ve avakirina Ukraynayê bingeha planên zêdetir hat danîn.

Tê çaverêkirin zêdetirî 750 milyar dolar li ji nû ve avadankirina Ukraynayê were xerc kirin ku hîn jî êrîşên Rûsyayê dewam dikin.

Biryar e sala 20223yan jî Konferansa Geşepêdana Ukraynayê li Brîtanyayê were lidarxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin