Mesrûr Barzanî: Germiyanê hist ku em hemû serbilind bin

Mesrûr Barzanî: Germiyanê hist ku em hemû serbilind bin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di serdana Germiyanê beşdarî merasîma vekirina sayoloya Kelarê bû û gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand: “Germiyan gelek qurbanî di berevanîkirina di ber xaka Kurdistanê de dane û xwedî bi hezaran şehîd e û rûbirûbûyî enfal û komkujiyan bûye.”

Serokwezîr Barzanî got: “Erkê me hemûyan e xizmeta hemû navçeyan bikin. Ev proje, beşek ji projeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dirustkirina jêrxaneya aborî li Kurdistanê ye.. Ev proje ewlehiya xurekê ya Herêma Kurdistanê dabîn dike û dibe jêrxaneke ji bo pêşketina sektorên din ên aboriyê li Kurdistanê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Eger sektora çandiniyê bi pêş bikeve, dê sektorên pîşesazî û bazirganî jî vejînê bibînin.. Stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, drustkirina projeyên mezin û firehkirina jêderên dahatê ye.”

Mesrûr Barzanî got: “Germiyan her dem pêşeng bû di berevanîkirina Kurdistanê de. Xweragiriya xelkê Germiyanê hişt em hemû serbilind bin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Ji destpêkê ve me 126 milyar Dînar ji bo çend projeyên stratejîk ên curbicur li Germiyanê terxan kir.”

Di berdewamê de eşkere kir: “Çendîn projeyên din jî li Germiyanê hene, ji wan jî riya Kelar – Kifrî û Kelar – Derbendîxanê. Hêvîdar im ew di demeke zû de bêne temamkirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha pê de çû: “Min guhdariya daxwazên îdareya Germiyanê kir û gelekî kêmanî di xizmetguzariyên bingehîn de hene. Pirs ew e, çima heta niha ev xizmetguzarî negihîştine xelkê.”

Barzanî da zanînt: “Em hemû fermanber in, ti minetek jî tê de nîne eger em bi xema xelkê de bin û erkê xwe cibicî bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Erkê Hikûmeta li hemû navçeyên Kurdistanê heye. Berpirsatiya Hikûmetê ye bikare çawa rêkxistina karûbarê xwe bigire destê xwe.”

Serokwezîr Barzanî di berdewamê de diyar kir: “Em li ser wê rijd in ku desthilata yasayî ya Hikûmetê bi ser hemû navçeyan de bisepînin, ev jî serwerêkirina yasaya ye, ne xwesepandine.. Her hewlekê didim ji bo xalên sînorî bi awayekî werin birêkxistinkirin û Hikûmet bikare kontrola wan sînoran bike û dahata wê ji xelkê vegere.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin