New Yorkê temenê kirîna tivingên nîvotomatîk derxist 21 ê

New Yorkê temenê kirîna tivingên nîvotomatîk derxist 21 ê

PeyamaKurd – Meclisa eyaleta New Yorkê ji ber zêdebûna bûyerên çekdarî yên li Amerîkayê, temenê kirîna tivingên nîvotomatîk derxist 21 ê. Piraniya endamên meclisa New Yorkê ji Partiya Demorata ye û heya niha temenê kirîna tivingên nîvotomatîk 18 bû û niha temen derxistin 21 ê. Meclis her weha qanûna kirîna êlekên ku gule di wan de naçin û alavên dinan tundtir kir û bi vê biryarê dixwaze bûyerên çekdarî kêm bike. Parêzgera New Yorkê Kathy Hochul bi nivîskî mijarê weha ragihand:

“Êrîşên çekdarî nîşan didin ku divê qanûnên xwurttir bên çêkirin da em pêşî li wan bigrin. Wê vê paketa qanûnan ber li valahiyan bigre.”

Biryar, piştî bûyerên komkî yên ku li Buffalo (New York), Uvalde (Teksas) û Tulsayê (Oklahoma) hatin kirin, hat sitendin.

Li Amerîkayê di qanûna 1968 an de, di ya ‘qanûna kontrola çekan’ de hebû ku kesên 18 salî dikarin tiving, tivingên pompeyî û muhîmmatên wan bikirin û kesên 21 salî dikarin tivingên nêçîrê û sîlihên din bikirin û hilgirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin