PeyamaKurd - Ji ber gazinên benzîna xerab, Qaymeqamê Hewlêrê ragihand ku dest bi teftîşa benzînxaneyan kirine.
Li gor Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd di press konferansekê de ragihand, îro dest bi teftîşkirina benzînxane û berhemên ku li benzînxaneyan de tên firotin kirine.
Herwiha Nebez Ebdulhemîd diyar kir, ji ber ku gilî û gazin ji ber benzîna xerab hene, dest bi teftîşa benzînxaneyan kirine.
Qaymeqamê Hewlêrê da zanîn, li bajarê Hewlêrê, derdora 400 benzînxane hene ku 150 ji wan di nav bajêr de ne.
Li gorî agahiyên qaymeqamê Hewlêrê, rojane li Hewlêrê 3 milyon lîtr benzîn pêwîst e û %75ê wê benzînê li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn û yê din jî, ji derve tê kirîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin