"Em ê di nav saniyeyan de bersiva êrîsa Îsraîlê bidin"

"Em ê di nav saniyeyan de bersiva êrîsa Îsraîlê bidin"

PeyamaKurd – Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Alî Bakîrî got ku ew ê di nava saniyeyan de bersiva êrîşa muhtemel a Îsraîlê bidin.

Bakiri di bernameyeke ku beşdarî televizyona dewletê bû de axivî û destnîşan kir ku Îsraîlê bi êrîşa li ser Balyozxaneya Îranê ya li Şamê "şaşiyeke stratejîk" kiriye.

Bakiri da zanîn ku Îranê bi vî awayî hêza xwe ya leşkerî û berevaniyê di çarçoveya xweparastinê de nîşan daye û wiha got:

Pêwîst e Rejîma Siyonîst bizane ku eger xeletiyeke din bike, 12 roj namîne û bersiv wê di çend saniyan de bê dayîn, ne roj û saetan.

Bakiri diyar kir ku Îran ji her îhtîmalekê re amade ye û got, "Divê siyonîst xeletiya duyemîn nekin, ji ber ku berteka Îranê wê tundtir, xurtir û bileztir be."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin