PeyamaKurd- Grevên sendîkayan 24 roje ku dewam dikin lê Êlek Zer nesekinîn û ew jî tevlî xwepêşandanan bûn. Endamên sendîkayan li Parîsê li gara Gare du Nord ê ya trênê civiyan û Êlek Zer destekê dane wan.
Polîsê Parîsê bi xaza îsotê wan ji hev belav kir. Yek ji rêvebirên Êlek Zer an yê bi navê Jerome Rodrigues, birîndar bû. Li gor ragihandina rêvebiriya asayîşê ya Parîsê 3 kesan binçav kirine.
Li bajarên Lyon, Nice, Metz, Toulouse û Rennesê jî xwepêşandêr derketin kuçe û kolanan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin