PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku şandina pergala parastina asîmanî û moşekî ya "Arrow 3" ya ji bo Almanyayê, ji aliyê Amerîkayê ve hatiye qebûlkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya wezaretê, hikûmeta Amerîkayê daxwaza Til Evîvê ya ji bo Almanyayê ji bo pergala berevaniya moşekî ya Arrow 3 ji Îsraîlê bikire qebûl kir.
Qebûlkirina Washingtonê ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve ji bo Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant hat ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê di navbera Wezareta Parastinê ya Îsraîlê, Wezareta Parastinê ya Federal a Almanyayê û Pîşesaziya Fezayê ya Îsraîlê de peymaneke dîrokî ya 3,5 milyar dolarî bê destnîşankirin.
Hat diyarkirin ku bi erêkirina hikûmeta Amerîkayê dê bi beşdariya rayedarên payebilind ên wezaretên berevaniyê yên Îsraîl û Almanyayê merasîma destnîşankirina peymanê ya 600 milyon dolarî were lidarxistin ku destpêka peymanê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin