PeyamaKurd – Piştî rakirina vetoya Tirkiyê û vexwendina Swêd û Finlandayê bo NATOyê, îro li Baregeha NATO ya Brukselê protokola endamtiya her du welatan hat îmze kirin û proseya endamtiya NATOyê bi fermî dest pê kir.
Heyetên di bin serokatiya Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde û Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Haavîsto de li avahiya navendî ya NATOyê li Brukselê bi rayedarên NATOyê re ji doh ve gotûbêjan dikin.
Îro 5ê Tîrmehê jî di civîna bi beşdariya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg de, protokola destpêkirina fermî ya endamtiya NATO bo Swêd û Fînlandê ji aliyê 30 welatên endam ve hat îmze kirin.
Di daxuyaniya NATOyê de hat gotin, “Her du welatan bi awayekî fermî dilxwazî û şiyana xwe ya bicihanîna erk û pabendiyên siyasî, qanûnî û leşkerî yên endamtiya NATOyê piştrast kirin.”
Stoltenberg piştî îmzekirina protokolê bi van gotinan ragihand: "Îro ji bo Swêd û Fînlandayê rojeke xweş e. Ji bo NATOyê rojeke xweş e.”
Hêjayî gotinê ye, piştî ku hefteya borî Tirkiyê qebûl kir ku endamtiya her du welatan veto neke, îro bi îmzeya her 30 welatên endamên NATOyê proseya endamtiyê bo Swêd û Fînlandayê hat destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin