Rayedarên Çînê, ji bo wî welatî fermanek da

Rayedarên Çînê, ji bo wî welatî fermanek da

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Lijneya Serokomariyê ya Lîbyayê, Serokê Çînê Xi Jinping ferman da kompaniyên xwe yên li Lîbyayê ku çalakiyên xwe ji nû ve bidin destpêkirin.

Di agahiyên ku hatin dayîn de hat ragihandin ku Serokê Çînê Xi Jinping û Alîkarê Serokê Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê Mûsa el-Kuni, mekanîzmayên kompaniyên Çînî ji bo ji nû ve destpêkirina xebatên xwe yên li Lîbyayê û çalakkirina hevkariya stratejîk û aboriyê ya di navbera herdu welatan de nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, Xi Jinping di çarçoveya 15emîn Lûtkeya BRICSê ya ku di navbera 22 û 24ê Tebaxê de li bajarê Johannesburga Afrîkaya Başûr hat lidarxistin de hevdîtinek kir û di wê hevdîtinê de Kunî bal kişand ser rola ku Çînê di piştgirîkirina hewildanên Lîbyayê yên ji bo bidestxistina aramiya aborî de bilîze û got ku

"Wekî hêzeke cîhanî, Çîn ji hemû kompaniyên navneteweyî re di dabînkirina aramiyê de li Lîbyayê peyamek bihêz û piştrast dişîne."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin