'Em ji ber astengkirina xetên ragihandinê yên li Xezzeyê bi fikar in'

'Em ji ber astengkirina xetên ragihandinê yên li Xezzeyê bi fikar in'

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir, ew ji ber nûçeyên li ser qutbûna xetên ragihandinê û bomberdûmanên dijwar ên li Xezzeyê bi fikar in.

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê da nivîsek parve kir.

Ghebreyesus eşkere kir, ew ji ber nûçeyên li ser qutbûna xetên ragihandinê û bomberdûmanên dijwar ên li Xezzeyê bi fikar in û got, "Dema ku têkiliya xetên ragihandinê tune be, kesên ku hewcedariya wan a lezgîn a tenduristiyê heye nikarin xwe bigihînin nexweşxane û ambulansan."

Ghebreyesus destnîşan kir, divê hemû kanalên ragihandinê ji nû ve bên aktîfkirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin