Erdogan bo Sûriyeyiyan biryara xwe da

Erdogan bo Sûriyeyiyan biryara xwe da

PeyamaKurd- Endamên Navendê yên Biryar û Rêvebiriyê yên AKP ê, do êvarê, di bin serokatiya serokkomar Tayip Erdoğande civiyan û biryara teşwîqkirina dagera koçberên Sûriyê dan. Hat ragihandin ku di mijara Sûriyeyiyan de gelek gilî û gazin tên kirin û hinek ji xelkê aciziya xwe tînin ziman. Li ser vê mijarê Erdoğan weha got:

“Em mecbûrbûn deriyên xwe bo wan vekin. Em ji wan re xwedî derketin. Dibû bihata serê me jî. Eger bihata serê me dê kî li me xwedî derbiketa? Em ê hinek pêngavan bavêjin. Em ê wan teşwîq bikin da dagerin welatê xwe. Kesên ku sûcan bikin, em ê wan bişînin welatê wan. Hem em difikirin bo xizmeta tenduristiyê ya ku em didin wan, ji wan parekî bistînin.”

Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê berê ragihandibû ku dê kontrola xwe bo ser Sûriyeyiyan zêde bikin. Rêvebiriya koçberan ya giştî ya Tirkiyê planeka bo 6 mehan amade kiribû û niha wê cîbicî dike. Kontrola koçberan, lihevkirina wan bi qanûnên heyî yên Tirkiyê re û adaptasyona wan bi civakê re mijarên din yên koçberan in.

Mijareka dinê mijara tabelayan e. Ew tabelayên ku li bajarê Kîlîsê bi erebî hatibûn daleqandin ku jimara wan 531 bû, hemû hatin rakirin û bûn bi zimanê Tirkî. Li temamê Tirkiyê dê ev biryar were cîh. Tabela hemû dê bibin bi zaminê Tirkî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin