PeyamaKurd – Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya xwepêşandan û çalakiyan, heta 15 rojên din hat dirêjkirin.
Heta 16ê Adarê, hemû xwepêşandan û çalakiyên wek meş û vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê, hatin qedexekirin.
Parêzgariya Colemêrgê diyar kir, ji îro Sêşemê 2ê Sibata 2021ê ve heta 16ê Adara îsal, 15 rojan hemû cûreyên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha, qedexe ne.
Di daxuyaniyê de tê îdîakirin kirin, bi armanca prensîpên sereke yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li zêdetir belavnebûna Koronayê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.
Herwiha li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.
Walîtiya Colemêrgê cara dawî roja 15ê Sibata 2021ê heta 1ê Adara îsal bo dema 15 rojan hemû xwepêşandan û çalakî qedexe kiribûn. Berî bidawîbûna wê demê qedexe heta 15 rojên din hat dirêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin