Nêçîrvan Barzanî: Me civîneke bas bi YNKê re kir

Nêçîrvan Barzanî: Me civîneke bas bi YNKê re kir

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, piştî civîna îro 7ê Mijdarê ya şandên bilind ên PDK û YNKê ragihand ku dê civînên wan ji bo bigihin hevtêgihîştineke hevpar berdewam bikin.

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ji rojnamevanan re da xuyakirin, wan civîneke baş bi YNKê re kir û civînên herdu aliyan dê berdewam bin, ji bo bigihin hevtêgihîştineke hevpar.

Di daxuyaniya hevpar a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya piştî civîna li baregaha Polîtburoya PDKê ya Pîrmamê de hatibû ragihandin:

“Di hevdîtinê de, rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê bi taybetî û rewşa hestiyar a navçeyê bi giştî hate gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser hevahengî û hevkarî û pêwîstiya komkirina hêz û karîna hemû aliyên siyasî ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û danîna stratejiyek hevpar kirin, ku li gorî rewşa bûyer û guhertinên vê qonaxê be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin