PeyamaKurd – Ji bo kongreyeke netewî û nêzîkbûna nêrînan, Meclîsa Sûrî ya Demokratîk (MSD) li seranserî Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê, semîneran li dar dixe.
MSDê, semînera xwe ya pêncemîn, li bajarê Reqayê li dar xist, ku xalên misogerkirina hemwelatîbûnê û mafên hemû pêkhateyên li Sûrîyê û herwiha pêşxistina saziyên Rêvebiriya Xweser hatin gotûbêj kirin.
Li gor Hevseroka MSD’ê Îlham Ahmed diyar kir, gelek alî dixwazin tevlî Rêvebirîya Xweser bibin.
Ahmed da zanîn, kongreya ku were lidarxistin wê ji nêrînên van rêzesemînerên bin.
Hêjayî balkişandinê ye ku MSD, wê di rojên pêş de li Tebqa û Dêrezorê jî semînerên dîyalogê li dar bixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin