PeyamaKurd – Di çarçoveya 20ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Penaberan de ku her sal li Herêma Kurdistanê çalakî têne lidarxistin, îro Duşemê li Duhokê hejmarek çalakî birêve diçin.
Berdevkê Rêveberiya Koç û Koçberan li parêzgeha Duhokê Karwan Zekî di çalakiya bîranîna Roja Cîhanî ya Penaberan de got: “Her sal di roja cîhanî ya penaberan de li Duhokê em çend çalakiyan saz dikin û rojê bi bîr tînin. Îro bi kêfxweşî beşdarî konferansa salane ya Zanîngeha Duhokê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û NCRyê bibim.”
Karwan Zekî diyar kir: “Îro li parêzgeha Duhokê pêşangehek hunerên destî ji bo penaberan tê vekirin, wê merasîmeke dîlana kurdî ji aliye tîmeke taybet ve bê lidarxistin û peyama parêzgeha Duhokê jî ji aliyê cîgirê parêzgare ve bê xwendin.”
Berdevkê Rêveberiya Koç û Koçberan eşkere kir, Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Koç û Koçberan a Duhokê bi hemû hêza xwe xizmet kirine û Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî û çend saziyan di nav xêrxwazî de jî di xizmetkirina koçberan de rola xwe bicih anîne.”
Di dawiyê de jî Karwan Zekî got, li parêzgeha Duhokê 5 kampên penaberan hene û 15 hezar penaber li parêzgehê dijîn, beşek ji wan di nava kampê de û hinek jî li derveyî kampê dimînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin