Rûsya û Tirkiyê soz dabûn hev: Rûsya ji rewsê bi guman e

Rûsya û Tirkiyê soz dabûn hev: Rûsya ji rewsê bi guman e

PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku ew ji bo pêkanîna rêkeftina Soçiyê ya Idlibê ku bi Tirkiyê re hatiye kirin di nav hewldanê de ne, lê hîn jî zehmet e li Idlibê herêmeke tampon a bêçek were avakirin ku ev jî gumanên wan zêde dike.

Zaxarovayê êrîşên komên çekdarên tundrê li ser leşkerên Sûriyê bi bîr xist û got, "Ev provokasyonên xwînî, nîşan didin ku astengên berdewam li ber rêkeftina Soçiyê ya 17ê Îlona 2018an a bi Tirkiyê re hatiye îmzekirin hene tevî hemû hewlên cidî yên pêkanîna herêmeke ewle ya bêçek li Idlibê.”

Di rêkeftina Soçiyê de ji Tirkiyê hatibû xwestin, çekên giran ên komên çekdarên îslamîst ji wan bistîne û wan bi awayekî bêçek ligel çavdêriya Rûsyayê li herêmeke tampon a 15-20 kîlomteran li dor Idlibê bicih bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin