PeyamaKurd - Hate ragihandin ku pêşnûmakarê bi nav û deng Elon Musk serdana Kampa Komkirinê ya Cihûyan a Auschwitzê kir.
Medyaya Alman da zanîn ku Elon Musk, di çarçoveya konferansa ku ji aliyê Yekîtiya Cihûyên Ewropayê (EJA) ve hatiye lidarxistin de li Krakovê, li Kampa Komkirinê ya Cihûyan a Auschwitzê geriya û di derbarê kampê de ji rayedarên EJAyê agahiyan wergirt.
Rêveberiya dîktatorê Alman Adolf Hitler, di navbera salên 1939-1945’an de cihû, rom, almanên dij-nazîst, astengdar, girtiyên şer, polonî û pêkhateyên slav jî di nav de bi mîlyonan mirovan bi awayekî sîstematîk qetil kir.
Tê diyarkirin ku hejmara Cihûyên ku di 2. Şerê Cîhanê de bûne qurbaniyên qirkirinê 6 milyon e.
beşek piçûk ji cihûyên ku ji bo kuştinê li Kampa Komkirinê ya Cihûyan a Auschwitz hatibûn girtin, di 27ê Çileya 1945an de ji aliyê leşkerên Artêşa Sor a Yekîtiya Sovyetan ve hatibûn rizgarkirin.
Tê payîn ku li Kampa Auschwitz ku wek sembola qirkirina Cihûyan tê nasîn, bi qasî 1,1 mîlyon mirov hatine kuştin.

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin