PeyamaKurd - Partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser nûçeyên destpêkirina dîyaloga bi rejîma Îranê re daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.
Partiyên Rojhilatî di daxuyaniyê de ragihandin ku her gava “şert û mercên danûstaneke micid” pêk bên ewê wê yekê ji raya giştî re eşkere bikin.
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê, ku ji 5 partiyên Rojhilatî pêk tê bi daxuyaniyekê li ser danûstandina bi Îranê re da xuyakirin, ew her dem alîgir û xwaziyarên wê ne ku pirsgirêka kurd li Îranê, bi rêka diyalog û şêwazên aştiyane were çareserkirin lê dewleta Îranê vê yekê naxwaze û wisa kiriye ku ew jî li hember wê yekê bê bawer bibin.
Di daxuyaniya Navenda Hevkariyê de hat gotin, hinek navend û aliyên serbixwe yên navdewletî bo vê mebestê bi Navenda Hevkariyê re di nav pêwendiyê de ne, ji ber wê jî her gava şert û mercên danûstandineke micid çêbûn ewê wê yekê ji raya giştî re eşkere bikin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê (Nawendî Hawkarîy Hîzbekanî Kurdistanî Êran) di 9ê çileya 2018ê de li aliyê pênc partiyên rojhilatê Kurdistanê ve hate ava kirin. Ev komxebat piştî xwepêşandanên di berfanbarê 2017ê de li Îranê destpêkirî hate ava kirin. Armanca vê komxebatê ewe ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê li dijî rêjima Îranê xwedî helwesteke netewî û hevdeng bin. Di 6ê sibata 2018ê de civîna sêyemîn pêk anîn di vê civîne de biryar li ser destpêkirina karê hevbeş ê di navbera wan partiyan de hat dayîn û biryar li ser wê xalê hate kirin ku partiyên din yên Kurdistanî bi taybetî jî PJAK, beşdar vê komxebatê bin. Di 7ê adara 2017ê de vê komxebatê li dijî suîkastên rêjima Îranê helwest nîşan da û got ku dê xebat li dijî rêjima Îranê berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin