PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 6ê Kanûnê li paytexta Tirkiye Enqereyê got: "Kobanî qediya. Me li Idlibê, li Kobaniyê tedbîrên pêwîst wergirtin û em ê ji niha şûnde jî werbigirin”.
Erdogan li Enqerê di 28emîn Civîna Giştî ya Asayî ya Konfederasyona Sendîkayên Karsazan a Tirkiyê (TISK) de li ser mijarên rojevê axivî û derbarê operasyon û êrîşên ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de jî daxuyanî dan.
Erdogan li ser mijara bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê got: “Kobanî qediya. Em li Idlibê, li Kobaniyê tedbîrên pêwîst werdigirin û em ê ji niha şûnde jî werbigirin.”
Erdogan di dewamê de jî diyar kir, “Tirkiyeya ku hewl tê dayîn ku ber bi krîzên çêkirî ve bê kaşkirin, ne tenê xwenaçemîne, berevajî wê ketiye nav geşepêdana nû de û wê ev berdewam bike. Em ê dostên xwe zêde bikin, wê dijminên me jî hedê xwe bizanin.”
Hêjayî gotinê ye, piştî gefên berdewam ên Erdogan li ser hêzên Rojavayê Kurdistanê, 20ê Mijdarê êrîşeke berfireh a asmanî li ser gelek deverên jêr kontrola HSDê hatibû destpêkirin ku Tirkiye dixwaze bi rêya operasyoneke nû ya bejahî jî bajarê Kobanî, Tel Rifat û Minbic jî di nav zêdetirî 30 kîlometreyan bipêş ve biçe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin