PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civiyan.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên roja Şemiyê 7ê Tebaxa 2021ê li Koşka Vahdettîn a Stenbolê bi qasî 40 xulekan hevdîtineke pêk anîn.
Derbarê naveroka civînê de ti zanyarî nehatin belavkirin.
Erdogan beriya hevdîtina ligel Fuad Husên jî pêşwazî li Serokwezîrê Lîbyayê Abdulhamid Dibeybe kiribû û piştî civînê şandên herdu welatan civiyabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin