Êris birin ser avahiya serekî ya Goranê

Êris birin ser avahiya serekî ya Goranê

PeyamaKurd– Avahiya serekî ya Goranê rastî êrişeka çekdarî hat û di encamê de nobedarekî avahiyê hat kuştin.

Derengiya şeva borî avahiya serekî ya Goranê, ku li taxa Girdê Zergete ya bajarê Silêmaniyê ye, rastî êrişeka çekdarî hat. Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de nobedarekî avahiyê hat kuştin.

Heta niha ne polîs û asayişê ne jî Goranê li ser wê bûyerê daxuyaniyek nedane.

Endamê Civata Giştî yê Tevgera Goranê Xelîl Serkanî diyar kir ku, ew nobedarê hatiye kuştin, bavê du  zarokan e û Tevgera Goranê jî rêkarên yasayî digire ber.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin