PeyamaKurd - Piştî êrîşên Tirkiyê yê li Başûrê Kurdistanê, li Şingalê tirseke mezin di nava xelkê de çêbûye û ev tirs bandor li ser vegera koçberên Şingalê kiriye.
Piştî du hefteyên derbasbûyî, 500 malbat ji kampên li Duhokê vegeriyane ser cih û warên xwe yê Şingalê. Lê bombebaranên balafirên Tirkiyê, li ser Çiyayê Şingalê bandor li vegera penaberan kiriye.
Murad Berekat jî yek ji wan koçberan e ku ev 4 roj e ji Kampa Qedya ya li sînorê qezaya Zaxo vegeriyaya Şingalê.
Murad Berekat dibêje, “Me hêvî ji hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku çareseriyekê ji rewşa me re bibînin û van bombebaranan rawestînin.”
Beşek ji gund û komelgehên ser bi Şingalê ve nêzikî 8 kîlometre dûr in ji Çiyayê Şingalê û tirs li nav belav bûye, 2300 malbatên koçber ên li ser Çiyayê Şingalê ne.
Çi ziyanên canî negihiştine koçberên Kampa Serdeştê lê hinek cihên hatine bombebarankirin 500 ta 600 metre dûr bûn ji koçberên ser Çiyayê Şingalê.
Şivan Umer, koçberekî ser Çiyayê Şingalê, dibêje, “Bombebaran gelek dijwar û bi tirs li ser Çiyayê Şingalê çê bû. Malbat heta serê sibê ranezan. Gelek ji çadirên xwe derketin, çi koçber birîndar nebûn. Zerara madî çêbû, Çiyayê Şingalê hemû şewitî.”
Ji ber bombebaranên firokeyên Tirkiyê xwepêşandanek hat rêkxistin li Şingalê û zêdetir ji 200 kes di wê xwepêşandanê de beşdar bûn.
Encûmena Xweser a Şingalê jî di kongreyeke rojnamevanî de derbarê ziyanên bombebarana Tirkiyê daxuyanî da.
Faris Herbo, Berpirsê Peywendiyên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), li ser ziyanên êrişên Tirkiyê got, “Hemû şervanên me saxlem in, tenê hinek birînder bûn, lê rewşa wan jî baş e.”
Firokeyên Tirkiyê îsal 3 caran Şingal bombebaran kirin; carekê komelgeha Xanesorê, carekê komelgeha Dûgrî û herî dawîn jî Çiyayê Şingalê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin