Esed: Amerîka û Erogan diziya petrolê dikin

Esed: Amerîka û Erogan diziya petrolê dikin

PeyamaKurd Serokê Dewleta Sûriyê Beşer Esed ragihand ku, di çarçoveya rêkeftina Hêzên Sûriyê Demokratîk (HSD) d, tevahiya herêmên Kurdî ketine bin kontrola serweriya Sûriye.

Beşar Esed ji RTya erebî re derbarê vekişîna hêzên arteşê Amerîkayê û rêkeftina bi hêzên Kurdî re daxuyanî dan.

Esed amaje kir ku artêşa Sûriyê ji bere xurttir bûye û diyar kir ku wan red kiriye ku bi HSDê re rêveberiyê parve bikin, Esed, “Tevahiya herêmên Kurdî ketine bin kontrola serweriya Sûriye.”

Esed got, “hêzên girêdayî PYDê ne tê de, piraniya aliyan piştgiriyadidin hikûmetê. Amerîka piştgiriya PYDê dike û ligel hev petrole bi rêyên neqanûnî difiroşin.”

Amerîka û Erogan diziya petrolê dikin’

Esed ji kanala  RT International World re derbarê Erdoganî de jî nêrîna xwe anî ziman, “Gelê Tirk cîranê me ye û dîrokeke me ya hevpar heye. Em gele tirk ji xwe re nakin neyar. Neyarê me Erdogan û hevalbendên wî û polîtîkayên wî ne.”

Serokê Sûriyê Beşar Esed ji ber diziya petrola Sûriyê ya ji sala 2014an ve Serokomarê Tikriyê Recep Tayip Erdogan berpirsyar girt û wiha pê de çû, “Serokê rejîma Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hevalbendên wî û Amerîka her tim hewil didin xaka welatekî din dagîr bikin”

Hêjayî gotinê ye ku piştî êrişa Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê, Erdogan û Trump hev dîtibûn û Amerîkayê biryar dabûn ku hêzên xwe ji herêmê vekişîne. Pişî wê jî hêzên Kurdî û rêveberiya Şamê rêkeftinek îmze kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin