Gelo Abdullah Gül hat tehdîdkirin!

Gelo Abdullah Gül hat tehdîdkirin!

PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gül, li ser mijara seredana serokerkanê Tirkiyê Hulusi Akar û şîrektkarê serokkomarê Tirkiyê İbrahim Kalın beyan da çapemeniyê.

Abdullah Gül got raste ku her dû çûne seredana wî û weha got:  “ Seredaneka weha çêbû. Li ber çavê herkesi çêbû. Seredan bi dizî nîne. Tê de tehdîd an bêrêzî nebû ye.”

Abdullah Gülê 11emîn serokkomarê Tirkiyê, îro limêja xwe ya înê li bajarê Îstenbolê, li taxa Maslakê li Mizgefta Ormanê kir û di dema ji mizgeftê derket rojnamevan pirsa seredana her du desthilatdaran ya Akar û Kalın jê kirin. Li ser pirsa seredanê Gül wehda dewam kir:

“ Weka ez dibînim li Ankara beyan hatiye dayîn. Tiştên tên gotin hemû rastin. Yanî wan tiştên di beyanê de. Seredan li ber çavê herkesî çêbû û di nava rojê de hat kirin. Tişteka aşkera ye. Weka tê gotin, tehdîd, empoze an bêrêziyek tê de tinebû. Dixwazim hun hemû bizanin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin