PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 591 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 15 kesan jî wefat kiriye.
Di daxuyaniya îro Pêncşemê ya Wezareta Tenduristiyê e de hat eşkere kirin; di 24 demjimêrên borî de 591 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 220 kes li Hewlêrê, 70 kes li Silêmaniyê, 195 kes li Duhokê, 16 kes li Helebceyê, 27 kes li Germiyanê û 63 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 960 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 400 kes li Hewlêrê, 288 kes li Silêmaniyê, 184 kes li Duhokê, 29 kes li Helebceyê, 17 kes li Germiyanê û 42 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan bi giştî gihîşt 364252 kesan, ya mirinan bû 6507 kes û heta niha 347206 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin