Parêzgeh bi sert îzna xwepêsandanê da HDP ê

Parêzgeh bi sert îzna xwepêsandanê da HDP ê

PeyamaKurd- Di 1 ê elûnê de, bo roja aştiyê ya dinyayê, dê li Diyarbekirê xwepêşandan (mîtîng) çêbibe. Navê xwepêşandanê ‘bo aştiya bi şeref, çareseriya demokratîk’ danîn. Xwepêşandan dê ji aliyê HDP ê de çêbibe lê şertekî parêzgeriya Diyarbekirê heye: wê sloganên ‘qayyûm û Sarayê’ neyên gotin lê ‘faşizm’ serbest e. Bi van şertan parêzgeriya Diyarbekirê îznê da xwepêşandanê (mîtîngê).

Kesên ku dê tevlî xwepêşandanê bibin û biaxifin; hevserokê HDP ê Sezai Temelli, hevberdevkê HDK ê Sedat Şenoğlu, Cîgirê serokê giştî yê ESP ê Beycan Taşkiran û şaredarê Diyarbekirê yê ku ji wezîfê hatiye girtin Selçuk Mızraklı ye. Kesên navborî dê di xwepêşandanê de biaxifin û Dayîkên Aştiyê li ser dikê silavê li xelkê bikin.

Bo roja xwepêşandanê civîneka ewlekariyê hat kirin û di civînê de rêvebiriya mîtîngê û wezîfedarên emniyeta Diyarbekirê tevlî bûn. Li ser tedbîr û sloganan axifîn. Berdevkê komîta rêvebiriya xwepêşandanê Ramazan Karakaya ragihand ku di nava sloganan de, divê sloganên ‘Qayyûm û Saray’ û ‘Aştî nayê tecrîdkirin’ tinebin. Piştî niqaşeka dûr û dirêj, polîs îzna ‘faşîzm’ ê daye.

Xwepêşandan wê li Meydana Îstasyonê ya Amedê (Diyarbekir) çêbibe û wê siet di 4 (16.00) ê piştî nîvro de destpêbike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin