Merkel: Divê Kurd jî wek hemû miletan azad bijîn!

Merkel: Divê Kurd jî wek hemû miletan azad bijîn!

PeyamaKurd – Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di pêwendiyeke telefonî ya ligel penaberekî ji Rojavayê Kurdistanê de got, divê Kurd jî wekî miletên din bi awayekî azad di nav aştiyê de bijîn.

Merkel, bi penaberê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ku 25 sal in li bajarê Dusseldorf dimîne re pêwendiyeke telefonî pêk anî û got, “Divê Kurd jî wekî miletên din bi awayekî azad di nav aştiyê de bijîn.”

Penaberê Kurd Dirxam Fermano, ji bo balê bikişîne ser rewşa Kurdan bi rêya saziyên fermî û balyozxaneyan çalakiyan li dar dixe ku bi salan e wan çalakiyên xwe didomîne û bala hikûmeta Almanyayê jî kişandiye ser xwe.

Fermono ji Merkelê re gotiye, li Efrîn, Serê Kaniyê û Girî Spî ya hatiye dagirkirin zilmeke mezin li kurdan tê kirin û Merkelê jî bal kişandiye ser ku divê mafên Kurdan bê parastin û ew jî wekî hemû miletên din di nav azadî û aştiyê de bijîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin