PeyamaKurd – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, bi sedema belavbûna zêde ya vîrûsa Koronayê, qedexekirina çûnûhatina sînordar ji Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê re pêşniyaz kir.
Li gor Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Dr. Aso Hewêzî diyar kir, kesên ku niha nîşaneyên giran ên vîrusa Koronayê lê hene, zêdetir zarok û ciwan in. Herwiha nexweşxane tijî nexweşên Koronayê bûne, kesên ku rewşa wan a tenduristiyê xerabtir dibe jî zêde bûne.
Dr. Aso Hewêzî da zanîn, Wezareta Tenduristiyê hişyariya rewşê da û qedexekirina çûnûhatina sînordar ji Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê re pêşniyaz kir.
Hewêzî herwiha destnîşan kir: “Em ne bi girtina û kerentînekirina tu cihekî re ne, lê ji ber belavbûna Koronayê û zexta li ser sektora tenduristiyê û pabendnebûna xelkê bi rêkar û rênimayên xweparêziyê, hiştiye ku em pêşniyaza qedexekirina çûnûhatinê bikin."
Rêveberê Nexweşxaneya Rojava li Hewlêrê ku nexweşên Koronayê tê de tên dermankirin eşkere kir, rewşa gihîştiye asteke metirsîdar û beşên çavderiyê yên nexweşxaneyê jî tijî nexweş bûne û êdî cih nemaye tu nexweşên din werbigrin.
Bi biryara Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê, çûnûhatin di navbera parêzgehên Herêmê û Iraqê de hatiye ragihandin û niha du pêşniyazên Wezareta Tendirustiyê ji bo kontrolkirina rewşê hene û danîne ber Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin