PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump di serdana xwe ya Brîtanyayê de, li ser mijara rejîma Îranê ji medya îngilîz re diyar kir, “Dema min dest bi kar Îran li cîhanê terorîsta herî mezin bû, belkî niha jî wisa ye.”
Serokê Amerîka Donald Trump ji kanala Brîtanya ITV re li ser Îranê axivî û got ja ew bo dîyaloga bi Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî re hazir e. lê dikarin dijî Tehranê gaveke leşkerî jî biavêjin.
Trump destnîşan kir, “Gava min dest bi kar Îran bi awayekî pir dijminane tevdigerîya. Wê demê li cîhanê terorîsta herî mezin bû, belkî niha jî wisa ye.”
Trump da zanîn ku ew naxwaze bi gavên leşkerî aloziya bi Îranê gur bibe lê her tim îhtimeleke wisa jî heye.
Donald Trump herwiha li ser pirsekê got, helbet tercîha min ew e ku bi Rûhanî re biaxivim.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin