PeyamaKurd – Piştî belavkirina xistina firokeya bêmirov a Amerîkayê li Kendava Omanê û îhtimala derketina şerekî di navbera Îranê û Amerîkayê de, ji aliyê Îranê daxuyaniyeke din hat.
Fermandarekê Sûpaya Pasdarên Îranê ji ajansa nîvfermî ya nûçeyî ya Îranê Tesnimê re ragihand ku digel wê firokeya (drone) a hatiye xistin balafireke dina a Amerîkayê hatiye tespîtkirin ku 35 personelên Amerîkî tê de bûne.
Wî fermandarî daye zanîn ku wan tevî ku balafir tespît kiriye jî lê wan êrîş nebiriye ser wê balafirê û nexistine xwarê.
Îranê dîmenê balafira bêmirov a ku xistibûn xwarê îro belav kirin.
#Iran düşürdükleri, #ABD'ye ait İHA'nın parçalarını sergiledi... pic.twitter.com/pDQGpq36CA
— PeyamaKurd (@peyamakurd) June 21, 2019
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin