Talîban û Hikûmeta Afgan dest bi danûstandinên astiyê dikin

Talîban û Hikûmeta Afgan dest bi danûstandinên astiyê dikin

PeyamaKurd – Talîbanê diyar kir ku hêzên Afgan yê di bin deste wan de, di demeke nêz de wê berdin. Herwiha, herdu aliya biryara agirbestê ji ber Cejna Qurbanê dan.

Li gor berdevkê Talîbanê Suheyl Şahîn li ser Twitterê ragihand, wê dîlgirtiyên peywendîyên wan bi Hikûmeta Afgan re hene, dê berî Cejna Qurbanê bên berdan û qonaxa berdana 1000 girtiyan temam bikin.

Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî diyar kiribû, ger Talîban dîlgirtiyan berde, wê heta hefteyekê bi wan re dest bi danûstandinan bikin.

Ganî dabû zanîn, wê 5000 girtiyên Talîbanê, yên li girtîgehan werin berdan.

Herdu aliyan bo Cejna Qurbanê, sê rojan agirbest ragihandin.

Li gor zanyariyan, gera yekem ya danûstandinan wê li cihê buraya siyasî ya Talîbanê lê, li Doha ya Qatarê pêk were.

Danûstandinên berê jî li Doha çêbûbûn û di 29ê Sibatê de, herdu aliyan li ser 5000 girtîyên Talîbanê û 1000 karmend û karbidestên ewlekarîyê yên Hikûmeta Afgan werin berdan, li hev kiribûn.

 




 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin