Hindistan ji Rûsyayê fuzeyên hewayî kirî

Hindistan ji Rûsyayê fuzeyên hewayî kirî

PeyamaKurd- Ajansa fermî ya Rûsyayê ragihand ku dewleta Hindistanê hezar heb fuzeyên ji hewayê bo hewayê tên avêtin, bo wan bi Rûsyayê re peyman girêdaye. Ajansa fermî ya Rûsyayê TASS bingeha nûçeya xwe biriye ser Serwîsa Federal ya Leşkerî û Teknîkî ya Rûsyayê û di mijara fuzeyên Vympel R-27 ku Rûsyayê daye Hindistanê. Serwîsa federal weha ragihand:

“ Demekî berê peymaneka sîstema fuzeyan ya mezin hat îmzekirin. Fuze ji hewayê bo hewayê ne. Ew, bo ji Hindistanê re hezar fuze tahsîs bikin, peyman girêdan.”

Berê jî ajansa bi navê ANİ ya nûçeyan ya Hindistanê ragihandibû ku hezar fuze dê bên firotin bo Hindistanê. ANİ gotibû ku fuzeyên Vympel R-27 bi balafirên Rûsyayê yên bi navê Sukhoi Su-30MKI re lihev in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin