Gera duyem a stratejiya Bexda û Washingtonê dest pê dike

Gera duyem a stratejiya Bexda û Washingtonê dest pê dike

PeyamaKurd - Îro 19ê Tebaxê gera duyem a guftûgoya stratejiya di navbera Washington û Bexda bi Serokayetiya Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîka û Fuad Hussein, Wezîrê Derve yê Iraqê, li Wezareta Derve ya Amerîkayê li Washingtonê dest pê dike.

Piştî wezîrê derve yê Iraqê, serowkezîrê Iraqê Mistefa Kazmî bi serokatiya şandeke bilind gihişte Amerîkayê û roja Pênçşemê, wê ligel serokê Amerîkayê, Donald Trump bicive û mijara bihêzkirina pêwendiyn di nav bera Bexda û Waşintonê de û pêşhateyên dawî yên navçeyên û hin mijarên din, gotûbêj bikin.

Pênc nûnerên Herêma Kurdistanê di nav şanda Iraqê de hene, wê beşdariyê di danûstandinan de bikin, û hejmarek ji dîdar û civînên ligel berpirsên Amerîkayê encam dane.

Di gera yekemîn de ya guftûgoya stratejiya di navbera Amerîka û Iraqê de, tenê Fewzî Herîrî, Serokê Dîwanê Serokayetiya Herêma Kurdistanê wekî nûnerê Herêma Kurdistanê beşdar bûbû. Lê belê di gera duyemîn de, ji bilî Fewzî Herîrî, heman demê de Armanc Rehîm, Sekreterê Encûmena Wezîran û Lawik Ehmed, Berpirsê Nivîsîngeha Mistefa Seyid Qadir, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Emîd Rukin, Hejar Omer Îsmaîl, Birêveberê Hemahengî û Peywendiyên Wezareta Pêşmerge beşdar dibin.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê tekez kir, di gera duyem de, encam nayên yekalîkirin û gerên din ên danûstandinan wê hebin

Roja 11ê Hezîrana îsal yekemîn gera danûstandinên stratejîk ên di navbera Amerîka û Iraqê de, bi beşdariya nûnerê Herêma Kurdistanê, bi rêya vîdyokonferansê, bi rê ve çû.

Koşka Spî ragihand, Amerîka û Iraq weke 2 welatên hevbeş, çavê wan li wê yekê ye ku pêwendiyên di navbera xwe de, di warên ewlehî, enerjî, tendirustî û çend mijarên din de, pêş bixin, û bi hev re kar bikin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin