PeyamaKurd – Doh 9ê Gulanê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê, li Taxa Firatê bi hinceta qedexeya derketina derve polîsan bi çekan û gule reşandinê êrîş birin ser zarokên temen piçûk ku li hewşa avahiya xwe dileyîstin.
Dîmena destwerdana polîsan ku ji aliyê şêniyên taxê ve hat belavkirin, li ser medya civakî gelekî deng veda û heta derengiya şevê bertekên tund ji wê helwesta polîsekî ku zarokekî bi navê Bahoz digire û piştî lêdixe wî berdide re hatin nîşandan.
Di dîmenan de xuya dibû ku polîsên ji bo belavkirina zarokan çûne nav sîteya Tokî ya Nisêbînê bi çekan û reşandina guleyan destwerdana wan dikin û zarok jî tirsa direvin.
Tenê zarokekî astengdar nikare bireve û polîsek wî dibe ber wesayîta zirxî û piştî lêdixe wî berdide.
Yer Nusaybin
— Nuri Akman (@AkmNuri) May 9, 2020
Polis, sitede oynayan çocukların üzerine kurşun sıkarak gözaltına almaya çalışıyor. Polisten kaçmayan sarı tişörtlü çocuğun adı Bahoz ve zihinsel engelli. Bahoz’u zırhlı araca götüren polis, tokatlayıp bırakıyor.
Annesi, Bahoz’un saatlerce titrediğini söylüyor pic.twitter.com/2aAwupRLKd
Piştî belavbûna van dîmenan û bertekên tund ên li ser medya civakî pêşî Qeymeqamiya Nisêbînê daxuyayinek belav kir ku ew polîs ji kar hatiye dûrxistin û lêpirsîn li ser wî hatiye destpêkirin.
Piştre jî derengiya şevê Navenda Giştî ya Emniyeta Tirkiyê li ser twitterê neçar ma daxuyaniyekê belav bike.
Emnîyetê di daxuyaniya xwe de got ku li ser bûyera li hewşa sîteyeke Nisêbînê qewimiye polîsê ku gule reşandine hewayê daku zarokên keviran davêjin belav bike û amirên xwe agahdar nekiriye ji kar hatiye kişandin û lêpirsîn derheqê wî de hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin