PeyamaKurd – Platforma Parêzvanên Heqiyê (Hakkı Savunanlar Platformu) ku seroktiya wê Îlyas Buzgan dike û Kurdên naskirî yên li Stenbolê tê de cî digirin, bernameyeke fitarê li Uskudar a Stenbolê li dar xist.
Di fitara HSPê ya şeva borî (25.05.2019) de, hejmarek rojnamevan, nivîskar, weşanger, pîşesaz û melayên Kurd beşdarî kirin.
Di bernameya ku Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, Seroka CHPê ya Rêxistina Stenbolê Canan Kaftancioglu û namzetê şaredariya bajarê mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku 23yê Hezîranê dîsa namzetê şaredariyê ye jî amade bûn.
'YASA WERE EM Ê DESTEKÊ BIDIN'
Serokê CHPê dema fitarê bersiv da çend pirsên Kurdên Stenbolê û bi taybet li ser pirsa bi awayekî fermî naskirin û raikirina astengiyên li ber fêrbûn û perwerdeya Kurdî got, “Mafê fêrbûn û bikaranîna zimanê dayikê mafekî jêneger e. Heger yasayeke wiha pêşkeşî parlamenê bê kirin, ez bawer dikim wê bê qebûlkirin. Piraniya parlamentaran wê jê re nebêjin na. Cihê wê biryarê parlamento ye.”
'HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIN ME'
Namzetê CHPê yê şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî piştî fitara ligel Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu xwe gihand bernameya fitarê ya HPSê jî û li wir kurteaxaftinek kir.
Îmamoglu wiha axivî: “Em di pêvajoyeke bi ser siyasetê de ne. Ew jî rastî meha Remezanê hat. Ji bo em hemû bala xwe bidin ser manewîyata vê mehê û gotinên nexêr nekin çi ji destê me tê em dikin. Lê yên ku berevajî vê dikin jî hene, civak van ji hev cûda dike. Bila qet gumana we jê nebe, gele zimanê baş û yê din ji hev derdixe.”
Îmamoglu herwiha diyar kir ku ne tenê partî û bizavek ji hemû beşên civakê ve xwedîtî li wî tê kirin.
PeyamaKurd - Stenbol
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin