PeyamaKurd - Nûnerê Polîtîqayên Derve yê Yekîtiya Ewrûpayê (YE) Josep Borrell, ragihand ku ew bi agahdarbûna ku Îsraîl ji bo sazkirina ciyên deryasayî yên nû fon terxankiriye matmayî maye û da zanîn ku ev meşrû mudafaa nîn e.
Borrell beşdarî 8 emîn Forûma Heremî ya "Ji bo Behra Sipî Yekîtî" bû ku li Barcelonaya bajêrê Îspanyayê hat lidarxistin.
Josep Borrell bi Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen es-Safedî re hevserokatiya wê civînê kir û gotarekî pêşkêş kir.
Borrell fon terxankirina Îsralê ji bo çêkirinê ciyên nû yên deryasayî şermezar kir û di peyama xwe ya li ser Xê de jî got:
"Di navenda şer de fon terxankirina Îsraîlê ji bo çêkirina zêtir ciyên deryasayî min matmayî kir. Eva Meşrû Mudafaa nîn e. Îsraîlê jî ewletir nake. Ew cîh binpekirina mafên mirovî yê navneteweyî ye û pirsgirêkeke cidî ye ku di berpirsyriya Îsraîlê de ye."
Borrell di axaftina xwe ya di cîvîna "Ji bo Behra Sipî Yekîtî" de da zanîn bêyî ku dewleta Filîstinê hebe, ewlehiya Îsraîlê jî dê pêk neyê.
Ji aliyê din de Borrel balê kişand ku Îsraîl jî yek ji pêkhateya Yekîtiya Behra Sipî ye û xemgîniya xwe ji beşdar nebûyîna nûnerên Îsraîlê ragihand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin