PeyamaKurd - Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar hat dayîn ku mehane milyarek û şeş sed milyon Dînar ji bo nexweşxaneyên taybet ên çareserkirina nexweşên penceşêrê li Herêma Kurdistanê were veqetandin, ji bo kirîna derman û dabînkirina amûr û pêwîstiyên din.
Li gor nivîsa hejmar (7291) ku îro 20/6/2021 bi îmzeya Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Dr. Omêd Sebah derketiye û arasteyî Wezareta Darayî û Aborî bûye, tê de hûrgiliyên razemendiya xerckirina wan pereyan ji bo nexweşxaneyên Nanekelê û Rizgarî li Hewlêrê, Hîwa li Silêmaniyê û Azadî li Duhokê heye.
Herwiha li gor biryara hejmar (7293) di 20/6/2021, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî nîşan daye, milyarek û 27 milyon û 600 hezar Dînar mehane li şûna norîngehan were dayîn ku di nivîsa Serokê Dîwanê de hûrgiliyên wê hatine diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin