PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, li ser biryara Dadgeha Tawanan a Navdewletî ya derbarê dadgehkirina Îsraîlê ji ber kiryarên li Filîstînê berteka tund nîşan da.
Netanyahû got ku heger bi biryara Dadgeha Navdewletî Îsraîl bi tawanên şer were darizandin ev tê wateya antîsemîtîzmê û diyar kir, "Ev dadgeha ku li dijî tawanên li hemberî Cihûyan yên dema Nazîyan û Holkostê hatiye damezrandin, niha Cihûyan hedef digire.”
Netanyahû destnîşan kir, lê belê Dadgeha Tawanên şer a Navdewletî red dike ku dîktatorên wekî Îran û Sûriyê ku her roj bi xedarî zilmê dikin dadgeh bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin