Fermandarê HSDê: Me tu rêkeftin bi Rûsyayê re li ser radestkirina Eyn Îsayê nekiriye

Fermandarê HSDê: Me tu rêkeftin bi Rûsyayê re li ser radestkirina Eyn Îsayê nekiriye

PeyamaKurd Di derbarê radestkirina bajarokê Eyn Îsayê, Fermandarekî HSDê daxuyaniyek da û got, wan tu rêkeftin bo radestkirina bajarokê Eyn Îsayê, bi Rûsyayê re nekirine.

Fermandarê HSDê yê li devera Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê Riyad El Xelef daye zanîn, wan tu rêkeftin bi Rûsyayê re li ser radestkirina Eyn Îsayê nekirine û ew nûçeyên ku behsa wê yekê jî dikin, ne rast in.

Herwiha wî fermandarê HSDê daye zanîn, hêzên Rûsî û rêjîma Sûriyê li derdora Eyn Îsayê kom bûne û di heman demê de êrîşên Tirkiyê jî li dijî deverê didomin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, do hatibû îdiakirin ku HSD razî bûye Eyn Îsayê radestî hêzên Rûsî û rêjîma Sûriyê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin