PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê General Heme Rêgir, derbarê liv û tevgera rêxistina terorîst DAIŞê de daxuyaniyên girîng dan.
Heme Rîgir ragihand ku çekdarên DAIŞê ketine gundekî nêzîkî Pirdê ku bi ser Hewlêrê ve ye.
Fermandarê Pêşmerge da zanîn, DAIŞê dorûbera gundê Şanşinê kiriye qada rêkxistinbûnê û çalakiyên terorî.
Herwiha Heme Rêgir da xuyakirin ku xelkê deverê zanyarî dane ku çend roj berê çekdarên DAIŞê ketin nav gundê Şanşinê û xelkê bi navê bacê erzaq standine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin