Foruma Hewlêrê berdewam e: Kî çi dibêje?

Foruma Hewlêrê berdewam e: Kî çi dibêje?

PeyamaKurd- Di çarçoveya Foruma 2yemîn a Hewlêrê de bi beşdariya nûnerên gelek aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, yên Iraqê, nûnerên Rojhilata Navîn û cîhanê, nîqaşên bê sînor, vekirî û bê sansûr li ser asteke berfireh tên kirin.

Di roja yekemîn a Foruma 2yemîn a Hewlêrê ya bi navê “Xalên Werçerxê û Pêşeroja Rojhilata Navîn” nûnerên gelek nêrînên cuda, nêrînên xwe bi panelên ku tên pergalkirin, bi vî awayî parve dikin:

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî

Serokê YNKê Bafil Talebanî diyar kir ku ji bo derbaskirina pirsgirêka wan a bi PDKê re ew ji bo her şêwe diyalogê amade ne û derbaskirina kêşeyan hêsan e û got, “Hûn gavekê bihavêjin, em wekî YNK amade ne 10 gavan bihavêjin.”

James F. Jeffrey

Nûnerê Berê yê Amerîkayê yê di Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî IŞÎDê James F. Jeffrey jî di forumê de axivî û got ku ev 40 sal in Amerîka bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike û di têkoşîna li dijî PKKê de piştgirî daye Enqereyê û got,

"Tirk vê yekê fêm dikin û bawer dikin. Tirkiye hîn jî difikire ku dorpêçkirî ye. Ew difikire ku Amerîka bi têra xwe sempatiya wan nake. Ji bo me zehmet e ku em vê yekê fêm bikin, ji ber ku me tu carî wekî wan nedîtiye.

Kurdên li Tirkiyeyê parçe bûne, têkiliyên Tirkiyeyê jî bi Kurdan re hene. Erdogan di heyama derbasbûyî de ji sedî 30 dengan ji Kurdan girt. Hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji Kurdan re sempatiya me heye.”

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd di peyama xwe ya ji bo 2yemîn Foruma Hewlêrê de ragihand ku di warê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de pêşketinên berçav hatine bidestxistin.

Reşîd di peyama xwe de wiha got: “Pêşveçûnên diyar di derbarê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi taybetî yasaya neft û gaza siruştî, navçeyên nakok di madeya 140 a destûrê de hemahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de li ser bûdceya Herêma Kurdistanê heye.”

Siyabulela Mandela

Neviyê Nelson Mandela Dr. Siyabulela Mandela got, "Gelê Kurd ji bo mafê xwe yê çarenûsî têdikoşiya. Ji bo mafên gerdûnî yên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine îlankirin, wekî hev bigihîjin têkoşînê."

Mandela got, "Em bi gelê Kurd re xwe nas dikin, ji ber ku em xwedî heman têkoşînê ne. Ez jî yek ji we me. Bapîrê min Nelson Mandela eşkere kir ku heta ku hûn negihîjin mafê xwe yê çarenûsî, gihandina mafên mirovan azadiya me temam nabe.”

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rewaz Fayeq

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq jî got, “Pirsgirêka me baweriya civakê bi jinan e û baweriya wan bi jin jî heye. Pirsgirêkên nêzîkbûna partiyên siyasî ji jinan re jî hene.”

Fazil Mîranî

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e hikûmeta Iraqê xwe bi rêxistin bike û got ku divê Iraq û Iraqî li ber çavan re derbas bibin.

Mîranî got: “Divê Amerîka ji raya giştî re nîşan bide ku guhertin li Iraqê heye. Derfeta welatên cîran heye ku hêz û destwerdana xwe di kûrahiya Iraqê de zêde bikin.”

Mele Bextiyar

Rêveberê payebilind ê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bahtiyar diyar kir ku tu ders ji şaşiyên berê derneketiye û got, "Mixabin em di nav wan neteweyan de ne ku herî kêm ders ji şaşiyên xwe yên berê girtine." 

Mele Bahtiyar amaje bi kêşeyên navbera PDK û YNKê jî kir û got, pêwîst e YNK û PDK li xwe binihêrin.

O. Nickolay Mladenov

Wezîrê berê yê derve yê Bulgaristanê O. Nickolay Mladenov diyar kir ku ew di derbarê Iraqê de “hêvîdar” in. Mladenov got, “Serkeftina Herêma Kurdistanê serkeftina tevahiya Iraqê ye” û da zanîn ku derfetên Iraqê di taybetmendiyên Herêma Kurdistanê de tên dîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin