PeyamaKurd - Rêxistina Free Burma Rangers (FBR) bi hevkariya Nivîsgeha Rêveberiya Rojava ya Kobaniyê, alîkariyên xwarinê li koçberên ji bajarê Girê Spî hatine re belav kir.
Hat ragihandin ku îro rêxistina Free Burma Rangers (FBR) a Amerîkî 100 parên xwarinê li koçberên ji Girê Spî yên li bajarê Kobanê bi cih bûne, belav kir.
Herwiha dê di hefteya bê de jî rêxistina FBR bi sedan parên xwarinê û nivînan li malbatên koçber belav bike.
Hêjayî gotinê ye, endamekî FBRê dema topbarana çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê de, li Til Temir a Girî Spî hatibû kuştin û hin endamên wan jî birîndar bûbûn. FBR demeke dirêj e li Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Sûriyê alîkariyên mirovî û tenduristiyê dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin