ENKS û PYNKê li ser ‘Rêveberiya Hevbes’ li hev kir, tenê xalek maye...

ENKS û PYNKê li ser ‘Rêveberiya Hevbes’ li hev kir, tenê xalek maye...

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê di navbera ENKS û PYNK (PYD û hevpeymanên wê) de, derbasî qonaxa rêveberiya hevbeş bûye.

Sekretêrê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê Salih Gedo ji Rûdawê re ragihandiye, herdu aliyan dest bi gotûbêjkirina mijara rêveberiya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê kirine û roja Şemiyê 29ê Tebaxê jî yekem civîna xwe derbarê vê mijarê de pêk anîne.

Salih Gedo got, danûstandina derbarê Lêvegera Siyasî de di navbera Encûmena Niştimaniya Kurdistanê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd de bi dawî bûne û da xuyakirin, “Mijara Lêvegera Siyasî di navbera herdu aliyan de bi dawî hatiye û tenê xalek maye, ew jî destnîşankirina rêjeya ji sedî 20 a li derveyî herdu aliyan e.”

Sekretêrê Partiya Çepa Demokrata Kurd li Sûriyê  diyar kir, di derbarê vê xalê de hevtêgihiştineke baş di navbera herdu aliyan de, ji bo çareserkirina wê mijarê heye.

Gedo eşkere kir, ku roja Şemiyê yekem civîn ji bo gutûbêjkirina rêveberiya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê di navbera ENKS û hevpeymanên wê û PYD û hevpeymanên wê de hate lidarxistin û tekez kir, “etmosfêra civînê erênî bûye û herdu aliyan bi rihê yek tîmê ev mijar gutûbêj kirine.”

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza jî ragihand, di derbarê Lêvegera Siyasî de, ji bilî xala destnîşankirina rêjeya ji sedî 20, xalek di derbarê Peyamana Civakî de jî heye, ku pêwîstî bi rêkeftina li ser wê heye.

Zaza got, îdiayên behsa wê yekê dikin, ku ENKSê dixwaze Rêveberiya Xweser hilweşîne bê bingehin û destnîşan kir, “Têbîniyên ENKSê li ser Rêveberiya Xweser hene ku heman têbîniyên gelê Kurd in.”

Endamê Polîtburoya PDK-Sê destnîşan kir, ew rijd in wan danûstandinan bi ser bixin û daxwaz ji PYNKê kir, heman îrade li cem wan jî hebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin