PeyamaKurd - Hate ragihandin ku frokeyên bêmirov ên Komara Tirkiyeyê li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê êrişî 4 otomobêlan kirine.
Jêderên herêmê dan zanîn ku 2 otomobêl, li ser rêya Xana Serî ya li başûrê bajarê Dêrikê, otomobêlek li daketina Dêrikê û otomobêlek jî li nêzîkî gundê Wanikê yê girêdayî Dêrikê rastî êrişa frokeyên bêmirov ên Tirkiyeyê hatine.
Jêderan ragihand ku di encama êrişan de mirî û birîndar hene, lê belê heta niha hejmara wan nehatiye diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin