PeyamaKurd- Li gorî agahiyên di çapemeniya Îranê de hatin ragihandin, darvekirinên li Îranê yên ji ber tawanên ku di xwepêşandanên Jîna Emînî de hatibûn kirin de berdewam dikin û hat ragihandin ku di vê çarçoveyê de 3 kesên din jî hatin darvekirin.
Li gorî nûçeyên hatin ragihandin, Salih Mîr Haşimî Baltakî, Mecîd Kazimî Şêx Şabanî û Seîd Yakubî Kurdseflî ku bi îdiaya “kuştina bi qestî bi kirine û “şerê li dijî dewletê” kirine, hatin darvekirin.
Di çapemeniya Îranê de hat îdiakirin ku 3 kesên ku hatin darvekirin, têkiliya wan bi Rêxistina Mucahîdên Gel a ku li welêt wekî rêxistina terorê tê dîtin in.
Mahsa Emînî ya 22 salî ku roja 13ê Îlonê li Tehrana paytexta Îranê hatibû binçavkirin û piştî binçavkirinê bi îdiaya ku ji ber êşkenceya zede can daye, li seranserê Îranê xwepêşandanan dest pê kiribûn û ji ber van xwepêşandanan, bi sedan kes hatibûn girtin û peyder pey tên sizakirin.
Di xwepêşandanên ku li welêt nêzî 4 mehan dewam kirin û ji 10 kesan zêdetir sizayê darvekirinê hat dayîn de heta niha 7 kes hatine darvekirin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin